Ev destxeta ku çîroka peydabûna wê jî bi qasî wê balkêş e, wisa diyar e di warê cureyê xwe de (simatiye) berhemeke tekane ya edebiyata kurdî ya klasîk e. Menzûme aîdî sedsala 19an e û bi şêweya mesnewiyê hatiye nivîsîn.Di nav 186 beytên wê de navê 130 xwarinên cur bi cur derbas dibin ku hinek jê îro hatine jibîrkirin û hinek jê jî bi navê xwe re heta îro hatine. Balkêş e ku ev xwarin, li gor cure û cinsên wan, çêkirin û çêja wan, bi awayekî binyadî hatine rêzkirin. Belê beriya her tiştî metneke helbestê ye, lê di heman demê de belgeyeke antropolojîk û dîrokî ye jî. Lewma xelasbûna wê ya ji ber xezeba dîroka vê cografyayê, payeya textual survival bexşî wê dike.Tu behsê ji patîleê qenc bikeÇi reng tête xwarin zebanî veke Digel rûnê teze we toraqa pakBi zehter welê qenc tenik be jî çakEger bête pehtin bi sêlê bixwuWe ger bi firinê ye esla mexwuHevîr e hevîr e hevîr e hevîrTu guh dêre vê bendê min ey emîr
Kitap Yorumları - (0 Yorum)