Dozdeh Çirk, pirtûka duyemîn a kurteçîrokan (a pêşîn, Ariya Giyanên Stewr, Bajar, 2004) a çîroknûs û wergêr Sîdar Jîr, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin.Dozdeh Çirka Sîdar Jîr ji neh çîrokên ku em wekî “çem-çîrok” dizanin hatiye honandin. Nivîskar ji destpêka nivîsandina xwe heta niha – ku em di çîrokên wî de jî dibînin – her dem li deriyên ku berê Kurdiya reş bidin asoyên firehtir dide û ji bo vê yekê jî her dem di çîrokên xwe de di nava lêgerînê de ye.Sîdar Jîr di Dozdeh Çirkê de jî bi me dide hiskirin ku zimanê wî yê çîrokê zimanekî resen e û reng e ku bandora gelek wergerên ku wî ji Îngilîzî û Tirkî kirine rê li ber wê yekê vekiribe, da ku Sîdar Jîr bêtir hewil bide berê xwe, berê çîroka xwe û berê Kurdî bide asoyên dîtir.Di Dozdeh Çirkê de jî, Sîdar Jîr bi mijarên balkêş û çîrokên ku bi awayekî surprîz xwendevên carinan li erdekî reş dihêlin, carinan dikin ku xwendevan bi her du destan çavên xwe bigire fedî bike û carinan jî dikin ku xwendevan mit bibe di encama çîrokan de.Nivîskar Sîdar Jîr bi Dozdeh Çirkê li pey e ku çeşnekî nû li kurteçîroka bi Kurdî zêde bike. Lewma jî ev pirtûka wî ji neh çîrokên ku hemû bi hev ve girêdayî ne pêk tê û ev yek jî di wêjeya me de gaveke nû ye.
Kitap Yorumları - (0 Yorum)