Destê Min Li Destê Te Digere

Kategori: Diğer Dildeki Yayınlar Yazar: Mehmet Tanrıkulu Yayınevi: Avesta Basın Yayın

Destê Min Li Destê Te Digere

    Tanıtım Bülteni

    Berhevoka şi’rên Mehmet Tanrıkulu ku bi navê Mem Ronga tê naskirin, “Destê min li destê te digere” derket.Berken Bereh, li ser Mehmet Tanrıkulu (Mem Ronga) û helbesta wî dibêje:“Mehmet Tanrıkulu (Mem Ronga) yek ji wan nivîskaran e ku bi tevayî van xisletan di berhemên xwe de bi hostayî bi cih kiriye. Wî, berê robarê helbesta kurdî -ku xwêrnexwaz û dagirkerên vê xakê bendavek li berê ava kiribûn- ji nû ve da wân newal û geliyên bi şehwet li benda wê bûn. Mem Ronga di têkoşîn û hewldana xwe de yek carê bi tenê jî xwe nesipart popularîteyê û vegotineke erzan. Wek derwêşekî bi efsûn da dû raz û mîrateya belaxeta zimanê bavûkalan.Mem Ronga di avakirina helbesta xwe de bi azadî tevgeriya. Bi her helbesteke xwe resenî û xweseriya xwe şanî me da. Her bi surprîzekê li deriyê helbesta kurdî xist. Ziman, duruv, teşe û vegotin di helbesta Mem Ronga de wek notayên stranekê bi harmonî di têkiliyê de ne. Ji ber hindê di dawiya helbestê de peyam wek stêrkekê diçirûse di hiş û giyanê mirov de. Bextewarî û dilşadî bi hêminî di bedena mirov de dikeve livbaziyê.Mem Ronga, bi helbestên xwe, ew mêzîna xerabbûyî ya hevahengiya di navbera insan, xweza û civatê de li qelem da û hêviya me ya ji bo dahatûyeke adil û dirust gur kir. Sekn û helwesta wî ya li hember bêesilkirina nirxên mirovahiyê ya stemkaran, bilindragirtina heysiyeta insanî û “bîra me ya nîvxilmaşî” li hin reng û deng û nexşên, ku îdî wek stêrkeka dûr diîsin, diwarqilîne.” 

    Kitap AdıFormatBoyutİndir Linki Ara
    Destê Min Li Destê Te DigerePDF6.23 MB Bul
    Destê Min Li Destê Te DigereEPUB6.96 MB Bul
    Destê Min Li Destê Te DigereMOBI5.49 MB Bul
    Destê Min Li Destê Te DigereODF5.86 MB Bul
    Destê Min Li Destê Te DigereDJVU7.32 MB Bul
    Destê Min Li Destê Te DigereRAR4.76 MB Bul
    Destê Min Li Destê Te DigereZIP4.39 MB Bul

    Benzer Kitaplar




    Kitap Yorumları - (0 Yorum)

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    *

    *

    *