“Dema rê bi dawî dibe rêwîtî diqede! Rêya min jî heta vir bû, rêwîtiya min bi dawî dibe. Vê carê ne pêkan e ji destê ezraîl rizgar bibim. Tu çek û rextê min bibe, narîncokekê bide min û here. Tu min li vir bihêle.” Gotinên wî agir berdabûn daristana dilê min. Kizînî bi mêlaka min xistibû. Di hundirê min de ji ava rondikan çemek diherikî. Dengek bêdeng di gelî û newalê dilê min de bi qêrîn olan dida. Min destê wî girt nav herdu destên xwe û min got: “Hevalê Şervan, riya şoreşgeran tu caran bi dawî nabe ku rêwîtiya me biqede. Riya me dirêj û bêdawî ye. Hîn pir karê me heye û pewîst e em bimeşin. Xeyalên me hîn bi dawî nebûne, welatê me bindest e û çavên zarokên rojê li riya me ne. Rabe ser xwe, destê xwe bide destê min û em bimeşin. Tu zanî ku ez te li vir nahêlim û naçim.” Kederek kûr li ser çavên wî kon vedabû. Lêvên wî dicirifîn. Çavên wî tijî firmêsk bûbûn. Carek din got: “Tenê dilopek jî hêvî heba min ev ji te nedixwest, lê dema xatirxwestinê hatiye, ez vê hîs dikim loma, zehmet jî be divê tu jî vê qebûl bikî.”
TÜRKİYE'DE BİR İLK: TAMAMEN YASAL ÜCRETSİZ PDF KİTAP ARŞİVİ
%100 Yasal • Hızlı Erişim • Telifsiz Eserler
Türkiye’nin tamamen yasal ve ücretsiz e-kitap kütüphanesi; roman, deneme, kişisel gelişim gibi pek çok kategorideki eseri tek çatı altında sunar. Kitapları doğrudan tarayıcınızda çevrimiçi okuyabilir veya tek tıkla PDF formatında indirerek çevrimdışı keyfini çıkarabilirsiniz. "Popüler", "En Çok İndirilenler" ve "Yeni Eklenenler" sekmeleri ile zengin kategori-yazar listeleri, aradığınız başlığa saniyeler içinde ulaşmanızı kolaylaştırır. Opsiyonel kayıt/giriş sistemi ise okuma geçmişinizi saklar ve favori eserlerinize hızlı erişim sunar.
Kitap Yorumları - (0 Yorum)