Setin İçindeki Kitaplar:1-Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê – I –2-Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê – II-3-Dîroka Êzdiyan a di dokumentan û zargotinê de4-Çîrokên ku şahidiya kevnariya mîtologiya Êzdahîtiyê dikin5-Hevpeyvîn, Nirxandin û Bîranînên Hinek Êzdiyan DANASÎN Di van (pirtûkên) Seta ku Kemal Tolan li ser Êzdiyatiyê amadekirine de, gelek dokument, dîroka veşartî mayî, serpêhatî, irf û edetên Êzdiyatiyê, zargotin, çîrokên ku şopên Êziyatiyê di nav wan de hene; mijarên aktuel, hevpeyîn, bîranîn, nirxandin, klam û stranan cîh girtine.Bi van pirtûkên ra, winê Ezdiyatiya ku bi sedan salan ji aliye desthilatdaran ve hatiye tepisandin û rastî êrîşên hatiye nas bikin; rastiya nexşeyên cihê ku Êzdî lê jiyan kirine û dijîn, rewşa demografiya wan, tabloyên navên cih û warên wan, îstatîk û analîzên kevn û nû binêrin.Bi hewla kesên wek nivîskarê me Kemal Tolan, Êzdiyatî û hinek dîroka wê bi desten Êzdiyan dikeve dokumantan û nav jiyana me. Di van berheman de zelal dibe ku, gelek berhemên heya îroyîn li ser Êzdiyatiyê hatine nivîsandin, bi desten kesên ne Êzdî hatine nivîsandin û pirr ji wan jî bi meqsedên siyasî hatine nivîsandin û ewan ya Êzdiyatiyê şaş nivîsandine yan jî reşkirine. Yek ji taybetiya vê xebatê ev e ku, beşekê berfireh yê vê xebatê bi şahid û kesên Êzdî, yên li qada xebatê bakûr, başûr, rojhilat, rojava û Ewropa yê nehatine berhevkirin, Ev berhemên vê setê bersivên van pirsan jêr bi alîkariya tablo,wêne, nexşe û belgeyan didin:Di Êzdiyatiyê de Naskirina Xwedê?Êzdiyatiya Berî Dema Şêx Adî li Ser çend Çîna Bûye?Di Kurdîstanê de Erdên Êzdiyan?Mîrgehên Êzdiyên li Bakurê Kurdîstanê?Erdên Êzdiyên li Başûrê Rojavayê Kurdistanê?Erdên Êzdiyên li başûrê Kurdîstanê?Xwedan û Ocaxên Êzdiyan?Sembolên Êzdiyan?Ziyaret û hin cihên pîroz yên Êzdiyan?Rewşa Êzdiyan a îro?Rewşa Êzdiyan a demografik?Berhemên di setê de ev in:1-Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê – I –2-Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê – II-3-Dîroka Êzdiyan a di dokumentan û zargotinê de4-Çîrokên ku şahidiya kevnariya mîtologiya Êzdahîtiyê dikin5-Hevpeyvîn, Nirxandin û Bîranînên Hinek Êzdiyan
Kitap Yorumları - (0 Yorum)