Li kêleka peyarê kevirekî reş î xweşik bala min dikişîne. Xuya ye ji asfaltê rabûye. Çendekî wisa li kevir dinêrim. Gelo kîjan çalakvan dê vî kevirî biavêje. Lê tu kes nayê wî kevirî ranake. Çavên min di kevir de asê mane. Edî ez nema li tiştekî din dimeyzênim. Kevir ji min re bûye derd. Ez di dilê xwe de dibêjim, divê yek vî kevirê xweşik biavêje. Lê tu kes wî kevirê rindik nabîne. Ji vir de ji wir de keviran tînin û diavêjin, lê wekî ku ew kevir nayê dîtin kes dest nadiyê. Belkî jî her kes wî kevirî ji min re dihêle. Erê eynî wisa ye. Piştî ku ez vê rastiyê dibînim, kevir hê zêdetir bala min dikişîne.Wekî ku kevir jî li benda min e. Ew jî bi melûlî li min dinêre. Ji kêleka peyarê gazî min dikir. Çav li min dişikand. Bi min re dikeniya. Digot, “Were, were min hilde û biavêje wî serê mezin. Ez kevirên te me.” Heke ez wî kevirî hilnedim dê wisa ji cengê dûr bimîne. Ma çi heqê min heye ku ez vî kevirê xweşik ji cengê dûr bihêlim.
TÜRKİYE'DE BİR İLK: TAMAMEN YASAL ÜCRETSİZ PDF KİTAP ARŞİVİ
%100 Yasal • Hızlı Erişim • Telifsiz Eserler
Türkiye’nin tamamen yasal ve ücretsiz e-kitap kütüphanesi; roman, deneme, kişisel gelişim gibi pek çok kategorideki eseri tek çatı altında sunar. Kitapları doğrudan tarayıcınızda çevrimiçi okuyabilir veya tek tıkla PDF formatında indirerek çevrimdışı keyfini çıkarabilirsiniz. "Popüler", "En Çok İndirilenler" ve "Yeni Eklenenler" sekmeleri ile zengin kategori-yazar listeleri, aradığınız başlığa saniyeler içinde ulaşmanızı kolaylaştırır. Opsiyonel kayıt/giriş sistemi ise okuma geçmişinizi saklar ve favori eserlerinize hızlı erişim sunar.
Kitap Yorumları - (0 Yorum)